Beriya niha çend rojan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibin serokatiya Mesud Barzanî de civiyabû û piştî civînê Mesrur Barzanî weke namzetê ji bo pêk anîna hikûmeta nû û serokê Hikûmetê hatibû nişandan.
Mesrur Barzanî jî heya niha Berpirsê Asayîşa (îstîxbarat) Giştî ya Herêma Kurdistanê ye. Piştî ku Mesrûr Barzanî weke namzetê serokweziriyê hate nîşandan, gotegotên li ser wê kî bê cihê Mesrûr di ragihandina Başûr de destpê kir. Li gorî têgotin, Mesûd Barzanî bi niyete ku kurê xwe yê sêyemîn Weysî Barzanî bixe cihê Mesrûr Barzanî ango bike berpirsê îstîxbarata Herêma Kurdistanê.
Weysî Barzanî Kurê Mesud Barzaniye ku niha Berpirsê Hêzên dije Teror ya PDK’ê ye.
Piştî civîna PDK’ê ya dibin serokatiya Mesûd Barzanî de ji bo hikûmeta nû û erka serokatiya Herêma Kurdistanê malbata Barzanî namzetên xwe eşkere kirin. Li gorî biryara civînê Mesûr Barzanî ji bo serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê weke namzet hatiye nîşandan, Nêçîrvan Barzanî ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin.