Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan namzetên şaredariyên 14 bajaran aşkere kir. Erdogan ragihand ku Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva ye.
WAN – Partiya faşîst AKP bi namzetên xwe yên bajarên Kurdistanê xuya ye ku bi giştî hêviya xwe ji Gelê Kurd birîye. Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Wanê Necdet Takva yê giliyê Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya kir û der barê Kaya de bû sedema doz vekirinê, bû namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.
Takva têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de bi hinceta “mudaxeleyî şewatê nehatiye kirin û bajêr nehatiye paqijkirin” giliyê Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya yê niha girtî ye kir. Dadgehê jî li ser gilîkirina Takva der barê Kaya de doz vekir.