Nûnerên xwendekarên zanîngeh û peymangehên Hewlêrê, bi armanca başkirina şert û mercên xwendekaran û dayîna xerca xwendekaran li ber avahiya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî kombûn.
NAVENDA NÛÇEYAN-Nûnerên xwendekarên zanîngeh û peymangehên Hewlêrê, bi armanca başkirina şert û mercên xwendekaran û dayîna xerca xwendekaran li ber avahiya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî kombûn. Xwendekaran daxwazên xwe bi nameyekî radestê Wezaretê kirin.
Di nameya xwendekaran de wiha têgotin, “Me hefteya borî li ber Wezareta Xwendina Bilind, bi armanca çareserkirina pirgirêkên xwendekaran çalakiyeke nerazîbûnê lidarxist. Me wê demê heftek destûr dabû ji bo pirsgirêk werin çareserkirin. Lê heya niha bersîva me nehatiye dayîn û xwestekên me ne hatine bicih anîn. Ji ber ev xwestek pêk ne hatin, weke nûnerên tevahî xwendekaran em carek din li vir kom bûn.”
Xwestekên xwendekaran ji van xalan pêktên:
1-Em carek din daxwaz dikin di demekî zûde dest bi belavkirina xerca tevayî xwendekarên zanîngeh û peymangehên Hewlêrê were kirin ku ev 4 sale bêy ku sedemek were nîşandan, pere nayê dayîn.
2-Çareserkirina pirsgirêkên beşên navxweyî yên xwendekaran. Birastî jî xwendekar di nava şertên gelek zehmet de dijîn.
3-Pereyê xwendekarên parelel (xwendekarên bi pere di xwinin) ji bo xizmeta zanîngeh û peymangehan were xerckirin.
4-Sererastkirina sîstema zanîngehan bi awayekî rast, bêy ku zirer bigihe xwendekaran.
5-Divê xwendekarên zanîngê temam dikin, werin terfîkirin.
6-Divê li zanîngeh û peymangehan bac ji xwendekaran neyê wergirtin.
7-Divê girîngî bi zêdekirina zanîngeh û peymangehan were dayîn.
8-Bila nûnerên xwendekaran ji aliyê xwendekaran ve, werin hilbijartin.