Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Tevgera Azadî anî ziman. Ciwanan gotin ku divê YNK li ser rêya Mam Celal bişopînin û ji bo li darxistina kongreya netewî bixebitin.
SILÊMANÎ- Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Tevgera Azadî anî ziman. Ciwanan gotin ku divê YNK li ser rêya Mam Celal bişopînin û ji bo li darxistina kongreya netewî bixebitin.
Îro li bajarê Silêmanî Gencanî Welatparêz û Jinên Şoreşger li dijî biryara girtina buroyên Tevgera AzadÎ daxuyaniya çapemeniyê li darxistin. Daxuyanî li ser navê Jinên Têkoşer ji aliye Rîjne Çiya ve hat xwendin.
Di daxuyanî de Rijne Çiya got ku; ‘’ heya dawiya moderniteya kapîtalîst yê faşist were jinên şoreşger bi vîna xwe têkoşîn bikin. Niha bi girtina Tevgera Azadî û cihên ciwanan, bi parçebûna yekîtî dewletê dagirker Tirkiye pîroz dike. Em wek ciwan û jinên şoreşger Apogerî vê biryarê û dagirkirina xaka Başûr’ê Kurdistan ji aliyê dewleta Tirk şermezar dikin. Em wek ciwan û Jinên ciwan bi şiara SERÎ HİLDE vê dawiya vê ferasete bînin.