Çalakiyên gerilayên HPG û YJA-STAR’ê ji aliyê Gerilla TV ve tê weşandin. Gerîlla TV di vê mehê de dîmena 5 çalakiyan weşand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Gerillayên Azadiya Kurdistan’ê di Pêngava Serkeftina Şoreşgerî de li dijî artêşa dagirker gelek çalakî pêk anîtin, Gerîlla Tv jî ji van dîmenan 5 dîmenên çalakiyê weşand. divan çalakiyan 41 leşkerên dagirker hatibû kuştin.
Çalakiya ku li Îdîr’ê hat kirin; 15 leşker mir
*Roja 26’ê Mijdarê saet 2’an li navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa TC a dagirker ku ji Qereqola Axurî diçû navenda navçeyê çalakiyek pêk anîn.Di vê çalakiyê de bi qasî ku bi çavan hate dîtin, 15 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Çalakiya Girê Meymun yê Qileban’ê
*Çalakî li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Maymûn hate lidarxistin û hate gotin ku derbên giran li çeper, stargeh û kûleyên leşkeran hatiye xistin. Li gorî daxuyaniyê, hejmara leşkerên di çalakiyê de mirine û birîndar bûne nehatiye zelalkirin.Di dîmen de tê dîtin ku derbên giran li kûleya leşkerî dikeve. Derba duyemîn jî li çeper û stargehan dikeve.
Çalakiya Çelê ku 4 leşker hatibû kuştin
HPG 3’ê Mijdarê saet 14:30’î li dijî artêşa TC a dagirker ku di navbera Girê Koordîne û girê Petrot ên navçeya Çelê ya Colemêrê rêya leşkerî çêdikir, çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de kepçeyek û wesayiteke leşkerî bi derbên xurt hatin rûxandin. Di çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.
Çalakiya Sîdekanê yê ku 14 Leşker Hatin Kuştin
*Gerillayan 25’ê Cotmehê saet 9’an li Girê Elî Dirêj ê li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anît. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeperên artêşa dagirker hatin xistin, 5 çeper îmha bûn û bi qasî ku hatiye dîtin 14 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Çalakiya Lêlikanê yê ku 8 leşker hatin kuştin
Di çalakiyê de serpelek jî di nav de 8 leşker hatin kuştin.