Li Fransayê çalakiyên li dijî siyaseta civakî ya dewleta Fransayê her diçe di nava hemû beşên civakê de belav dibe. Piştî çalakiyên Êlek Zeran û biryara greva giştî ya Barkêşên bejahî, xwendekarên amadeyî jî daketin qadan. Dewletê 700 xwendekarên amadeyî yên çalakger binçav kir.
FRANSA- Ji destpêka hefteyê ve li gelek lîseyan çalakî tên lidarxistin. Doh bi deh hezaran xwendekarên lîseyê li dehan bajaran ders boykot kirin û neçûn dibistanan.
Li gelek bajarên mezin li dehan amedeyî ders hatin blokekirin
Li Marsîlyayê ku yek ji mezintirîn bajarê Fransayê ye, bi hezaran xwendekar ji ber fakulteya Saînt-Charlesê heta meydana Vîeûx-Portê meşiyan. Sendîkayên CGT, SUD-Solîdaîres û SNES’ê jî piştgirî dan çalakiyê. Bi destwerdana polîsan re di dema çalakiyê de şer derket.
Li bajarê Nîceyê jî herî kêm 33 xwendekar hatin destgîrkirin. Walîtiya Alpes-Marîtîmesê diyar kir, şerê bi polîsan re bi taybetî li Lîseya Parc Împerîalê rû da.
Herî kêm 700 kes hatin destgîrkirin
Li bajarên Lyon, Lîlle û Montpellîerê ku ji mezintirîn bajarên welêt e, di çalakiyan de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li gorî Wezareta Karên Hundir, di çalakiyên gelemperiya welêt de yên li lîseyan, herî kêm 700 xwendekarên lîseyê hatine destgîrkirin. Tê gotin, ji ber şerê di dema çalakiyan de xisareke mezin a madî rû daye.
Li ber sîstema hîndekariya bilind a bijarker radibin
Xwendekarên Lîseyê li ber reforma hîndekariya bilind a bi navê “Parcoûrsûp” û ezmûnên nû yên qedandina lîseyê radibin. Di sîstema nû de ya bi navê Parcoûrsûpê, mafê xwendekar heye ku ji 5 heta 10 beşên zanîngehê hilbijêrin.
Bi vê sîstemê re tercîha tenê beşeke biçûk a xwendekaran tê qebûlkirin. Bi giranî jî xwendekarên ji malbatên dewlemend an jî li lîseyê notên baş girtine, tên qebûlkirin. Bi vê yekê re her sal mafê bi sed hezaran xwendekaran ji wan tê stendin ku nikaribin beşa dixwazin hilbijêrin.