Piştî ku PDK’ê di 3’yê kanûnê de diyar kir wan Serokê Îstîxbaratê Mesrur Barzanî wekî namzetê Serokwezaretiya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, nakokiyên li ser erka serokatiya Îstîxbaratê jî derketin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku PDK’ê di 3’yê kanûnê de diyar kir wan Serokê Îstîxbaratê Mesrur Barzanî wekî namzetê Serokwezaretiya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, nakokiyên li ser erka serokatiya Îstîxbaratê jî derketin.
Li gorî hin saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê li ser mijara ka dê kî were cihê Mesrur Barzanî di nava PDK’ê de nakokî hene.
Tê gotin ku di navbera Serokê PDK’ê Mesud Barzanî û cîgirê wî Nêçîrvan Barzanî de li ser vê erkê nakokî çêbûne.
Li gorî zanyariyan Mesûd Barzanî dixwaze kurê xwe Weysî Barzanî ku niha serokê hêzê dijî terorê ye, li cihê kurê xwe yê mezin Mesrûr Barzanî erkdar bike. Lê Nêçîrvan Barzanî bi vê yekê neraziye û dixwaze pismamê xwe Sîrwan Barzanî li cihê Mesrûr Barzanî erkdar bike.
Sîrwan Barzanî biraziyê Mesûd Barzanî ye û yek ji sermayedarên PDK’ê ye. Xwediyê kampanya KOREK telekome û yek ji fermandarên hêza Zêrevanî ya PDK’ê ye.
Weysî Barzanî jî kurê Mesûd Barzanî yê sêyem e. Niha fermandarê Hêzên Dijî Terorê yên PDK’ê ye.