Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Bakurê Kurdistan DGH bi daxuyaniyekê diyar kir ku yekineyên wanê Tolhildana Şehîd Baran Mawa ji bo protesto kirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navçeyen cuda yên Stenbolê de çalaki pêk anîtine.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Bakurê Kurdistan DGH bi daxuyaniyekê diyar kir ku yekineyên wanê Tolhildana Şehîd Baran Mawa ji bo protesto kirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navçeyen cuda yên Stenbolê de çalaki pêk anîtine. Di çalakiyên ku pêkhatinê de li dijî polêsên arteşa Tirk 3 çalakiyên bombeya dengan kirine û di çalakiyê de vesaîtekê zirxî derb kirine. Di kêleka vê çalakiyan de yekineyên wan febrike û kargehekê jî bi giştî îmha kirine.
Detayên daxuyaniya DGH wiha ye:
Di 24 Mijdarê di seatên ber bi êvarê de yekineyên me li navçeya Stenbol Sultangazî de di taxa Esentepe’yê li dijî vesaîtekê zirxî çalakiyekê lidarxistin. Di vê çalakiyê de di vesaîta zirxî de hasarên mezin çêbûn. Piştê vê çalakiyê nêzê saetekê di nav bera yekineyên me û polêsan de pevçûn rû da.
Dîsa di 24 Mijdarê seatên ber bi êvarê de di navçeya Stenbol’ê Beyoglu’yê kargehekê faşistan ji aliyê yekineyên me ve hat şewitandin.
Di 29 Mijdarê de polêsên dewleta dagirker li taxa Esentepe yê navçeya Sultangazî ya Stenbol’ê xistin bin ablukayê. Li dijî wan polêsan ji aliyê yekîneyên me çalakiyekê bombeya dengan hat derxistin. Piştê çalakiyê pevçûnek rû da.
Di 3’ê Kanunê de di seatên ber bi êvarê de dîsa polêsên ku Taxa Esentepe yê navçeya Sultangazi’yê dorpêç kiribû ji aliyÊ yekineyên me ve bi bandor hat xistin. Piştê çalakiyê pevçunek rû da.
Di 5 Kanûnê di seatên sibê de li navçeya Stenbol Tuzla’yê febriqeyekê çermê ji aliye yekineyên me ve hat şewitandin. Di encamê çalakiyê de febriqe bi giştî îmha bû.