NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina YPG li ser çalakiyên dawî daxuyaniyek da. Li gor daxuyaniya YPG 3 Leşker û çeteyekê dagirkerê Tirk hatin kuştin.
Daxuyaniya YPG wiha ye:
Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî didomînin.
1. Di dîroka 5’ê Kanûnê de, yekîneyeke me di navbera navçeyên Şera û Şêrawa de li dijî bargeheke leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de di navbera hêzên me û leşkerên Tirk de pevçûn derket. Di van pevçûnan de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Di vê pevçûnê de rêhevalek me piştî berxwedaniyeke bêhempa li dijî leşkerên Tirk yên dagirker gihîşt şehadetê. Nasnameya hevalê me yê şehîd wê pişt re bi raya giştî re were parvekirin.
2. Di dîroka 6’ê Kanûnê de, yekîneyeke me li navçeya Racoyê li dijî koma çeteyên Sûltan Mûrad çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
3. Me di daxuyaniya xwe ya di dîroka 3’ê Kanunê de ragihandibû ku di roja 2’ê Kanûnê de yekîneyek me li navenda navçeya Cindirêsê li dijî bargeheke koma çeteyên Ehrar el-Şam çalakiyek sabotajê lidar xistibûn. Di encama çalakiyê de 6 çete hatibûn kuştin, 8 çete jî bi giranî birîndar bibûn. Hat zelalkirin ku çeteyeke din yê birîndar jî miriye.