3’emîn danişîna doza kuştina xwendekarê lîseyê Ekrem Gorkem Karakan ê polîsan bi îdîaya li hişyariya “Raweste” guhdar nekir ew kuştin dê hat dîtin.
DÎLOK – 3’emîn danişîna doza kuştina xwendekarê lîseyê Ekrem Gorkem Karakan ê polîsan bi îdîaya li hişyariya “Raweste” guhdar nekir ew kuştin dê hat dîtin.
Li Dîlokê di 31’ê Kanûna 2017’an de polîs Hasan Bîlgî, bi îdîaya li hişyariya “Raweste” guhdar nekir gule berda xwendekarê lîseyê Ekrem Gorkem Karakan ê 16 salî û ew bi giranî birîndar kiribû. Gorkem piştî 14 rojan li nexweşxaneyê derman bû, jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê doz hat vekirin, lê heta niha doz bi encam nebûye. Îro 3’emîn danişîna dozê hat dîtin. Parêzerê Ekrem Gorkem, Bulent Duran,di dadgehê de axîfî got” çawa dibe dibêjin dîmenên kamerayê nîne. Dîmen hatiye reşkirin. Piştê ku ev kuştin pêk tê. Di çapemeniyê wek bombeyekê zîndî hat kuştin tê dayin. Gelo kî vî agahiyê daye çapemeniyê. Bi vêweşanê dixazin ku kuştina xwe reva bikin. heyeta dadgehê jî niha polêsên dewletê diparêzê. Di holê de zarokekê ku hatiye kuştin heye. Ev zarokek bû.
Prz.Duran got ku” Pêvîste heyeta dadgehê bêalî bibûya. Lê dadgeh alîger tevdigerê. Em vê cudekariyê qebul nakin. Em daxwazin heyet bivijdanê xwe tevbigere. Em daxwaza redîhakim dikin.”
Dayika Ekrem Karakan Naîma Karakan di dadgehê de ji ser êşe xwe çû, krîza asabê derbas kir. Dayik Karakan got ku ”Canê kurê min evqas erzan e? Min zarok ji bo tu bikujî mezin kir? Êdî tu baweriya me ji polês, leşker û dadgehan nemaye.”
Piştre Heyeta dadgehê daxwaza parêzêran red kir û dadgeh talokê 22 Çileyê kir