NAVEDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Roja 6’ê Kanûnê saet 10:20’î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Geliyê Şivamezê ya qada Şehîd Kendal a navçeya Qilaban a Şirnexê barandin. Heman rojê saet 18:00 jî derdora Çemê Lolanê yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber vê bomberdûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.”