Di navbera 7-8 Kanunê li ser Yarîgeha Heysem Kiço li bajarê Qamlişlo, Tevgera Xwendekarên Demokratîka Qamişlo turnuvayekî futbol di nav xwendekarên Zanîngeha Rimelan, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Qortoba lidardixin.
QAMİŞLO- Di navbera 7-8 Kanunê li ser Yarîgeha Heysem Kiço li bajarê Qamlişlo, Tevgera Xwendekarên Demokratîka Qamişlo turnuvayekî futbol di nav xwendekarên Zanîngeha Rimelan, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Qortoba lidardixin.
Hevserokê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Mihemed Fatmê da zanîn ku ”bi inisyatîfa TXD li Qamişlo 8 tîm hatin amadekirin
ku ji fakulteyên cûr bi cûr kom bûn û her fakulteyek tîmekî xwe hazir kiriye.’
– Fakulteya endazyariya petrolê (Rimelan)
– Fakulteya hunera bedew (Zanîngeha Rojava)
– Fakulteya endazyariya çandinî A (Zanîngeha Rojava)
– Fakulteya endazyariya çandinî B (Zanîngeha Rojava)
– Fakulteya milê perwerde A (Zanîngeha Rojava)
– Fakulteya milê perwerde B (Zanîngeha Rojava)
– Fakulteya wêjeya Kurdî (Zanîngeha Rojava)
– Zanîngeha Qortoba
Her du roj ji saat 10-12 hemû tîm hevdûra dilîzin.
Ev turnuvayê ku ji aliyê Tevgera Xwendekaran Demokratîka Qamişlo hatiye lidarxistin, li ser navê Ş. Gerzan Efrîn
hatiye vekirin ku wek endamê Tevgera Ciwanan li berxwedana serdemê li Efrînê Şehîd bibû.