Li welatê Evropa Fransa’yê protestoya li dijî reforman ji aliye xwendevanan ve berdewam dike.
FRANSA- Li welatê Evropa Fransa’yê protestoya li dijî reforman ji aliye xwendevanan ve berdewam dike. Piştê ku li dibistanên amadeyi de polêsan bi rêya îşkenceyê çong li xwendevanan danîtin û ev dîmen jî li medyaya civakî belav bû bertek her diçe zêde dibin. Li kêleka wê Saziya Vênerîna Serbixwe di derheqa îşkenceyan de lêpîrsîn da destpê kirin.
Xwendevan ji ber polîtikayên Serokkomara Fransa Emmanuel Macron nerehetin. Ji ber ku ezmuna wan ê xilaskirinê bi navê Bakalorya hatiye guhertin xwendevan pir bi hirsin. Xwendevan dibÊjin ku em nayên guhdar kirin, gelek neheqî heye, jiber vê jî em dixwazin bi çalakiyên xwe berteka xwe nişan bidin.
Hêjayê bîrxistinêye ku di heftaya borî de li Parîs, Marsilya û Nantes’ê bidehan dibistanan de barikat hatibû avakirin.