Hat îdiakirin ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê beriya hilbijartinê xwe amade dike ku hundirê şaredariyê vala bike.
ŞIRNEX – Hat îdiakirin ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê beriya hilbijartinê xwe amade dike ku hundirê şaredariyê vala bike. Hat zanîn ku Navenda Çanda Jinan a Sitiya Zîn a ji aliyê jinên AKP’î ve tê bikaranîn û Navenda Zanistê ya hêj tê çêkirin û hin milkan dewerî Îdareya Bajêr a Taybet bê kirin.
Wezareta Karê Hundir di 11’ê Îlona 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir. Ev sê sal e qeyûm şaredariyê birêve dibe. Hat zanîn ku qeyûm beriya hilbijartina herêmî tê amadekirin ku hundirê şaredariyê vala bikin. Hat zanîn ku Navenda Çanda Jinan a Sitiya Zîn a ji aliyê jinên AKP’î ve tê bikaranîn û Navenda Zanistê ya hêj tê çêkirin û hin milkên şaredariyê dewerî Îdareya Bajêr a Taybet bê kirin.
JINÊN AKP’YÎ BIRÊVE DIBIN
Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, Navenda Çanda Jinan a Sitiya Zîn radestî Seroka Baskê Jinan a AKP’a Şirnexê Hatîce Atan û ekîba wê hat kirin. Hat zanîn ku wê vê navendê dewrî jinên AKP’ê bê kirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên di şaredariyê de dixebitin dan, midurên yekîneyan ji bo saziya bûye mijara gotinê amadekariya qanûnî ya dewrê dikin. Jinên AKP’yî bênavber li Navenda Çandê civînan li dar dixin. Hat zanîn Navenda Zanistê ya beriya niha bi demekê li taxa Konakê dest bi çêkirina wê hat kirin dê bê dewrkirin.