ÎRAN– Karkerên Polayî Ehwaz îro di roja 29’emîn de çalakiya xwe ya nerazîbûnê li ber navendên hikûmetê û kolanan bajarê Ehwaz ê Îranê berdewam kirin. Di çalakiya xwe de bê navber dirûşme avêtin. Duh jî xwendekarên Îranê bi boneya Roja Xwendekarên Îranê daketin qadan û piştgirî dan daxwazên karkeran.
Di xwepêşandanên karkeran de dirûşmeyên weke, ‘Êdî sûdê dûrxistinê û girtîgehê nîne’ û ‘Naçîn naçîn heta mafên xwe bi dest nexwîn’ berz dikin.
Xwepêşandanên li Îranê li dijî siyaseta hikûmetê ya hejmarkirina gele. Çend salin dem dem xwepêşandan li dijî siyaseta hejariyê ya Îranê xwepêşandanan dikin, lê niha ji ber ambargoya ji aliyê Amerîka ve li ser Îranê hatiye danîn, rewşa aboriya gel li Îranê gelek xerab bûye. Rêjeya hejariyê zêde bûye. Herwiha bêkarî zêde bûye. Gelek şîrket û kargehan rawestiyane.