Meşa dirêj yê jinên Ciwan dawî bû; ‘Em ê têkoşîna xwe ya li hemberî faşîm û koletiyê bidomînin’

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Berxwedana jinên ciwan ta azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên faşîzmaya Tirkiyê berdewam e, em ê têkoşîna xwe ya li hemberî faşîm û koletiyê bidomînin.”

QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ev 31 roj e di greva birçîbûnê de ye û bi dirûşmeya “Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û rizgarkirina Rêber Ocalan serî hildin” duh meşek ji gundê Xane Serî ya Dêrikê ber bi gundê Eyn Dîwar ve dabû destpêkirin.

Meş îro li gundê Eyn Dîwar bi xwendina daxuyaniyê bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Lona Cewher ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Me li vî gundê meşa xwe ya dirêj bi dawî kir, lê têkoşîna me berdewam e, ji ber ku rêbertî ev 20 sal in di girtîgehên faşîzmaya Tirkiyê de têkoşînê dike, ji ber ku xwedî fikr û îradeya azad e.”

Jinên ciwan diyar kirin ku jin ji ber pergalên desthilatdar bê maf hatibû hiştin, lê Rêber Abdullah Ocalan mafê jinan di her aliyan de vegerand.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Berxwedana jinên ciwan ta azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên faşîzmaya Tirkiyê berdewam e, em ê têkoşîna xwe ya li hemberî faşîm û koletiyê bidomînin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên azadiya Ocalan hatin qîrkirin.

Nivîsa Pêş