Ji ber ku li hember koletiya ku dagirkerî an jî desthilatdar li ser mirovahiyê ferz dikin Serî Hilde di azadiyê de, jiyaneke wekhev û şeref de hewldaneke herî bi rumete!
NAVENDA NÛÇEYAN
Îro li her derê Kurdistanê Ciwanên Kurdistan li hember dagirkeriyê bi dirûşma ‘Serî Hilde’ têkoşîn û berxwedaniyekê mezin didin meşandin. Ciwan îro li hember dagirkeriya faşîst a Tirk dibêjîn ‘Serî Hilde’. Lê belê Serî Hilde di nava dîrokê de wekî sloganeke sembol li hember zilm û zordariyê her tim hatiye bikaranîn. Li ku derê çevisandin an jî zilm û zordariyekê hatibe jiyan kirin li wê derê civak an jî kesên azadixwaz wek destpêk gotine Serî Hilde û li hember zaliman têkoşîn û berxwedan kirine. Û di dirokê de li hember her curê zextên desthilatdaran gelan bi pêşengtiya ciwanan ‘Serîhildane’. Ji ber vê yekê Serî Hilde buye tarzê jiyanê. Buye felsefeya berxwedanê. Buye rê û rêbaz ango taktîkê têkoşînê. ‘Serî Hilde’ di nava diroka mirovahiyê de wek rêya şeref û namusê ye. Ji ber ku li hember koletiya ku dagirkerî an jî desthilatdar li ser mirovahiyê ferz dikin Serî Hilde di azadiyê de, jiyaneke wekhev û şeref de hewldaneke herî bi rumete!
Her çikas di dirokê de pêşengtiya Serhildan û Berxwedanan ciwanan kiribe jî du buyer hene ku bi temamî bi ciwanan tê naskirin. Û wan her du buyeran mohra xwe li dirokê xistiye. Ji wan buyeran an jî şoreşan yek Serihildana ciwanan ya 1968’an yek jî şoreşa PKK’ê ye.
Sala 1968’an wekî tê zanîn li ser ruyê erdî li ber mirovahiyê bes du rê hatibun hiştin. Yek xeta Sosyalîzma dewletparêz a Rusya ya din Kapîtalîzma Emerîka wi çaxî ciwanên cihanên yên sosyalîst û şoreşger li hember van herdû dewletan Serî Hildan ji ber ku herdu dewlet an jî her du îdeolojiya xizmeta dewletparêziyê dikirin. Yek dewleta sosyalîst yek dewleta kapîtalîzme bû. Ango navê wan dewletan çi jî be her du jî desthilatdar bûn, xwedî zilm û zordarî bûn. Sîstema koledariyê bû. Ji ber vê yekê ciwanên wî çaxê li beramberî hemû cure desthilatdariyê banga ‘Serî Hilde’ kirin û berxwedaniyekî azadiyê bi awayekî xurtir dan destpê kirin û hemû cihan hejandin.
Partiya pêşeng a Şoreşer PKK di nava berxwedaniya 1968’an de ava bû. Wekî tê zanîn Rêber APO di ciwantiya xwe de di van Serhildanên 68’an pir bandor bû. Felsefeya ku “Ne Rusya ne Emerîka, heqîqet azadiya gele” li ser Rêber APO bandorek mezin kir. Bi vê hişmendiyê Rêber APO ciwantiya xwe de got “Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye” û li hember vê dagirkeriyê Serî Hilda û PKK’ê ava kir. Wî çaxê mirov pir rehet dikare bêje PKK Partiyek Serhildanê ango ‘Serî Hilde’ ye û partiyeke her tim wê ciwan bimîne. ‘Serî Hilde’ rih, felsefe û rêya yekane a PKK’ê ye.
Hamleya ku îro Ciwanên Kurdistan bi navê ‘Serî Hilde’ didin meşandin, ji nava vê dîroka bi rumet tê. Bêguman lazîme mirov ji bîr neke ku bi wê xeta berxwedaniya bi rumet vê giredayiye. Ji ber vê yekê ye ku îro ciwanan çawa gotin Serî Hilde li her derê deng veda û ewqas bandor bû. Îro Serî Hilde ne êdî tenê slogana ciwanên kurdistanê ye. Êdî ev slogan buye slogana hemû ciwanên şoreşger, demokrat sosyalîst. Li hember her curê desthilatdarî, her curê zilm û zordarî, her curê koletî Serî Hilde buye yekane riya têkoşîna û berxwedana ciwanan û her ku diçe banga Serî Hilde mezin û geş dibe.
Ronî GEVER