Li Tirkiye piştê ku Erdogan dest bi erkê kir şunde bi hin ceta ku ji Erdogan re heqeret hatiye kirin li gor Kanuna Cezayê Tirk hezaran lêpirsîn hat vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Tirkiye piştê ku Erdogan dest bi erkê kir şunde bi hin ceta ku ji Erdogan re heqeret hatiye kirin li gor Kanuna Cezayê Tirk hezaran lêpirsîn hat vekirin. Bi tewanbariya ‘ ji Erdogan re heqeret’ di sala 2017’de 20 hezar û 539 lêpirsîn hatiye vekirin, di dadgehên Cezayê jî 6 hezar û 33 doz hatiye vekirin.
Ev tewanbariya ‘ji Serokkomar re heqeret’ sala 1993 ve tê. Ruxmê ku ev tewanbarî ne nû ye piştê ku Erdogan hat ser erkê her çû zêde bû.
Piştê şanoya hewldana derbeya 15 Tirmihê di lêpirsîn û dozên’ji Erdogan re heqeret’ de zêdebûyinek cîddî hatiye keydkirin.