Tevgera Xwendekarên Demokratîk: Em bang dikin li tevahî gel û ciwanên Başurê Kurdistan’ê dikin kul i hemberî hevkarî û îxanetê rabin ser piyan û Serî Hildin.
RIMÊLAN- Li dijî girtina buroyên Tevgera Azadî yên Başurê Kurdistan’ê bertek her diçe zêde dibin. Tevgera Xwenedakarên Demokratîk a Rojava û Bakurê Surî li dijî girtina buroyên Tevgera Azadî ji aliyê YNK û KDP û li dijî êrîşan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Tevgera Xwendekaran, bal kişandin ku ew li dijî van biryaran helwestek nişan didin û bang dikin tevahî xwendekarên Kurdistan’ê jî di nav helwestekê de bibin.
Daxuyanî wiha ye:
Di navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk em girtina navêndên Tevgera Azadî li Başurê Kurdistan’ê şermezar dikin û li hemberî van kiryarên ku xizmeta hêzên dagirker dikin helwesta xwe diyar dikin.
Em îro di demekê gellekî girîng a têkoşîna azadiya Kurdistan’ê de derbas dibin. Li her çar aliyên welat dewletên dagirker û hevkarên wan li ser gelê me û tevgerên me êrîşên pir dijwar didin meşandin û li hemberî vê jî têkoşîn û berxwedan di astekê her bi jor de tê dayîn. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker, hikumeta faşist a Erdoğan bi hedefa qirkirin û tunekirinê li Bakur, Rojava û Başur bi her awayî şerekî herî qirêj li hemberî me dimeşînin. Dagirkirina Kerkuk’ê bi desteka Tirkiye, dagrikirina Efrîn’ê, operasyonên dagirkerî û girtina bi deh hezaran tekoşêrvan, siyasetmedar û gelê me li Bakur, êrîşên li ser Kobanê û Cizîr û şerê li Xakurkê bi tevahî beşên pîlana qirkirina Kurdistan’ê û tunekirina hebûna Gelê Kurd e. Ev dijmîn hemu hêza xwe seferber kiriye û bi vî rengî êrîşî tevahî destkeftiyên me yên netewî dike, destkeftiyên me yên ku bi xwîna şehîdan û fedekariya gele me hatine bidestxistin. Ne ji nû ve, ji zû ve dewleta Tirk a dagirker bi taybet jî li ser Başurê Kurdistan’ê ji gellek aliyan ve êrîşên xwe dike. Bi riya aborî, siyasî û tehdîtên leşkeri dixwaze hêzên mîna PDK û YNK têxe bin bandora xwe û li ser vî esasî PKK dorpêç bike û tune bike. Di heman demê de dixwazin bi vî awayî Kurdistan’ê bi Başûr ve sînordar bikin û tim di bin hakîmyeta xwe de bihêlin. Li kêleka vê yekê jî pir eşkere ye ku hêzên dagirker di bingeha xwe de Başur mîna amurekê xwe dixwazin bikar bînin, lê derketinekê wê ji sînorên ku jêra hatine diyar kirin ti carî qebul nakin. Mînaka heri berbiçav dema refeanduma serxwebûne 2017’an bû. Ruxmê ku bi salan têkiliyên herî baş bi Tirkiye re hebûn jî, wexta bû mijara serxwebûnê, tevahî hêzên dagirker bûn yek, Kerkuk’ê dagir kirin û nesekinîn, heta Hikumeta Başurê Kurdistan’ê gav paşve avêt.
Niha jî pir eşkereye ku girtina Navendên Tevgera Azadî ji aliyê YNK’ê ve ti eleqeya xwe bi qanûnê ve nîne, lê biryarekê siyasî ye ku ji aliyê Dewleta Tirk a faşîst ve li ser Başur hatiye ferz kirin. PDK jixwe ji berê de ti navendên fermî ji aliyê Tevgera Azadî di herêmên xwe de qebul nake.
Dewletên dagirker tim di dîrokê de hêza xwe ji perçebûna me girtin. Ev yek ji xalên herî bingehîn e ku nahêle em çar parçeyên Kurdistan’ê rizgar bikin, nahêle Kurdistan bibe yek. Bi giştî siyaseta desthilatdaran tim ji bo berjewendiyên xwe parçebûnê gel dike hedefa xwe ya herî sereke. Ev siyaseta qirêj dijmin bere jî û îro jî pir bi zanebûna dide meşandin. Ji bo em nebin yek, ji bo li pêşiya Kongreyekî Netewî bigirin, ji bo em tim bi xwe re mijul bibin, şerê hevdu bikin ev dijmin çi ji deste wî tê dike. Em divê beramberî van kiryarên dagirkerî di asta herî jor de hişyar bin. PDK jî û YNK jî divê baş bizanibin ku xizmeta Tirkiye ti carî nabe xîzmeta netewî. Bangawaziya me ev e di serî de YNK, bi giştî Hikumeta Başurê Kurdistan’ê li xwe vegere û li şuna perçebûnê yekitiyê di mijara netewî de esas bigire. Her wiha em bang dikin li tevahî gel û ciwanên Başurê Kurdistan’ê dikin kul i hemberî hevkarî û îxanetê rabin ser piyan û Serî Hildin. Em dest bidin hevdu û mil bi mil, bi yek dengî em dagirkeran ji xaka xwe biqewtînin. Çi li Başûr, Bakur, Rojhilat yan Rojava be, em yek in û divê em xwe bikin yek. Yekitiya me wê bibe serkeftina me! Xeta şehîdan mîsogeriya azadiya Kurdistanê ye! Li ser van bingehan em bi rihê hemleya me ya mezin SERÎ HILDE bang li herkesi dikin ku sere xwe ti carî beramberî dagirkerî netewînin, bi hev re em ê berxwe bidin û bi hevre em ê biserbikevin!