Bajarê Bêdlîs ku di dîrokê de wek eyaletekê Kurdistan’ê derbas dibe gelek pêşketînên çandî tevlê Diroka Kurdan kiriye. Bajarê ku her tim giraniya wê ya Siyasî her tim hebû ye niha rastê her cure êrîşên dewleta Tirk tê.
BÊDLÎS- Bajarê Bêdlîs’ê ki di salên 80’î de di pêşengtiya ciwanên şoreşger wek Hakki Uzar’an buye xewna tirsonok yê dewletê, dîsa di salên 90’î de ruxmê ewqas zext û zordestiyê, bi tevlêbûnekê zêde di nav tevgera azadiyê de cih girtina wê û herî dawî jî di hilbijartinên şaredariyê de derbaya ku li serdestan xistiye her tim di bîra mirov de ye. Lê belê niha ciwanên Bêdlîs’ê di nav lepên tîryak, fihuş û li dijî vana jî wek vebijêrkekê ku tê pêşwazi kirin tarîkat û cemaatan de tên fetisandin.
Cureyên Tîryakê Ji Aliyê Destekê ve Belavê Bêdlîs’ê Dibe
Ji vir berê 5-6 salan li Bêdlîs’ê kes esrar jî nedikariye vexwara, heta cihê ku eraq difiroşt jî 2 bû, lê niha tiryak li her derê kişandin û girotin. Cureya Tiryakê jî gelekin. Lê herî ku ciwanan jehrî dike Eroîn e. Ev kar pir vekîrî tê kirin. Li gor lêkolînên ku me li herêmê ki, ciwanên ku tiryak bikartînin piranî poşmamin. Lê ji ber ku careke ketine nav vê kare nikarin jê xilas bin. Ev tiryak ji Wan’ê ji aliye kesekê ve tê belav kirin. Hemû tiryak kesê ku me nekarî navê wî fêr bibin di pêşengtiya wî de ji aliyê koman ve ji bajaran re tê belavkirin. Ruxmê ku di navbera Bêdlis û Wan’ê noqteya qontrola dewletê heye jî, ev tiryak bi rihetî an bi otobüs, mînibûsan ve an jî bi wesayîtên şahsî tê Bêdlîs’ê. Lê dewlet cihê ku van kesan bigire li ser ciwanên ku li hemberê vê têkoşîn dikirin xiste binçavan û girt. Kesê ku berê Tiryak bikar danît got ku ‘ ev kes ji ber ku pişta xwe daye dewletê kes nikare tiştek bi wî bike.’
Tîryak di bin qamerayên Mobeseyan de tê firotin
Piştê ku ev tiryak tînin Bêdlîs’ê bi pakêtên mg’î di rawestgeha otobusan yê navendî de, di qahveyên ku di rawestgahê de û di rawestegaha Mutkî de di nav qehveyan de dan û standina wî tê kirin. Di nav hefteyekê de ruxmê ku gelek caran qaşo ‘operasyonên aramî’ tê kirin, çi sebebe dewlet ev kesên ku tiryak bikar tînin û difiroşin re tiştek nake. Kesên ku carina digirin binçavan jî ji deriyên pişt de tên berdan.
Buroya Serbestiya Denetîmê buye Navenda Firotina Tîryakê
Gelek caran dema ciwan tunetiya tîryakê dikşînin wek alrenatîf serî li cihekî didin. Navenda Serbestiya Denetîmê de kesên ku cezayê xwe ya denetime dikşînin li vê derê de dan û standina tiryakê dikin. Ji ber ku saziya dewletê ya gumana tu kesî jî nakişîne. Ruxmê ku her dera navendê bi qamerayan ve tê temaşekirin jî ev kar pir rihet livir tê kirin.
Girseya Di Hedefê de ye Xwendekar, Mamoste û Ciwanên Bêkarin
Ev kemîna Tîryakê re tene ciwanên bêkar nayê xistin, di heman demê de mamoste, xwendekarên zaningeh û lîseyê û gelek karmend jî ketiye di nav lepên şerê taybet.
Dikandar û malbat nerihetin
Li Bêdlîs’ê gel ji vê kare tiryakê ku pir rihet tê meşandin pir nerihetin. Ev kesan gelek caran zirar didn gel re jî. Xwediyê qehvexaneyan ji vê kirine nerihetin. Li ji aliyekê ve jî tirs heye. Berê çend salan ajokerekê wesaîtekê ji aliyê tîryakger ve hatiye kêr kirin. Gelek giran birîndar bûye. Di heman demê de malbat jî ji ketina zarokên xwe nerihetin, lê berteka herî mezin ku li dijî dewletê ye.
Jinên Ciwan ên Zaningehê dixin fihuşê
Ev demek dirêje navê Bêdlîs’ê bi fihuşê re jî derdikeve pêş. Berê jinên biyanî ku ji derve anîtibûn Bêdlîsê li herêma Rahva yê kare fihuşê didan kirin, lê niha xwendekarên jinên ciwan ên Zaningeha Eren tên xapandin û dixin di nav vê karên qirêj. Welatiyek ku nexwest navê xwe bide got ku ‘jinên ciwan ên KYK’ê tên xapandin û di vê kare de tên şixulandin. Di heman demê de ji jinên ciwan yê ku tîryakê jî dikîşine heye. Ji ber vê jî dema tunetî dijîn ev riya xirab datînin ber wan.’
Hamza MUNZUR-NC