Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Bakur DGH bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên li Amed’ê pêkanîtine ragihandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona DGH bi daxuyaniyekê diyar kirin ku yekineyên wan ê Tolhildana Şehîd Serhildsn Garzan ji bo salvegera damezrandina PKK li Amed’ê di taxên cuda de çalakiyan pêkanîtine. Di van çalakiyan di 12 cihan de ala PKK hatiye daliqandin, b sedan belavok hatiye belavkirin, fîşnga hewayî hatiye avêtin û nîvîs i ser dîwaran hatiye nîvîsandin.
Detaya Daxuyaniya DGH’ê wiha ye:
Di 26’ê Mijdarê çalakiyên hemwext.
* Di taxên Amed’ê yên Kaynartepe, Muradiye, Korhat, Fatih, Fiskaya, Sur, Huzur Evleri bi sedan belavok hatiye belavkirin.
*Li Amed’ê di 12 noqteyan de ala PKK hemwext hatiye daliqandin.
*Li semtên Ofîs û Fîskaya’yê hemwext bi fîşengên hewayî pîrozbahî haine kirin.
* Di taxên Amed’ê yên Kaynartepe, Muradiye, Korhat, Fatih’ê çalakiyên nîvîsê hatiye lidarxistin.
Ciwanên APO’yî di hêzekî ku were dojehê bide jiyandinê de ye, em gav bi gav tên
Di tevahî çalakiyên pêkhatî di pêvajoyek ku neyarê me digot me gelek tedbîran girtiye 26’ê Mijdarê de hatiye kirin. Heya tecrîda giran li ser Rêber’ê me rabe emê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em bangê ABD û hêzên faşist dikin, Hûn dibe rêveberê me yê pêşeng hedef bigirin, lê hunê ti carî dê sernekevin. Ciwanên APO’yî di hêzekî ku were dojehê bide jiyandinê de ye, em gav bi gav tên. Em bangê tevahî ciwanan dikin ku bi hêstên tolhildanê xwe rêxistin bikin, metîngerî parçe bikin û Tecrîdê bişikînin.