STENBOL- Li Stenbol’a bajarê Tirkiye’yê roj nîne ku di febrîqe an jî kargehan de şewat dernakeve. Îro serê sibê jî li navçeya Maltepe’ya Stenbol’ê di febriqeyekê plastîkê de şewat derket. Hat gotin ku ji ber çi sedemê ev şewat derketiye ne diyare.
Ev demekê li herêma Marmara’yê piranî jî li Stenbol’ê febrîqe dişewitin. Vê dawî de jî gelek bûyerên şewatên febriqeyan Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) girtibû ser xwe.