Li Hesekê Di Pêşengtiya Jinên Ciwan De Komcivînek Tê Lidarxistin

HESEKÊ- Li Qantona Hesekê îro di pêşengtiya Jinên Ciwan ên Meclîsên Suriya Demokratik de komcivînekê hat lidarxistin. Komcivîn bitevlêbûna jinên çar aliyê Suri ve destpêkir. Ne tenê jinên Rojava, di heman demê de jinên ku ji Şam’ê, Tertus’ê, Lazikiye’yê, Heleb’ê û Suweyda’yê hatibûn tevlê komcivînê bûn.

Civîn bi ji bo şehîdên şoreşê deqeyekê rêzgirtinê ve destpêkir. Piştê rêzgirtinê axaftina vekirinê hat kirin.

Li salona komcivînê, wêneyên jinên têkoşer ku ji bo mafên jinan têkoşîn kirine, pankartên “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin”, “Ger jin rizgar nebe, civak jî rizgar nabe” hatin daliqandin.

Di komcivînê de ku dê heta saetên êvarê dewam bike, dê der barê mijara ‘jinan û çandê’ de nîqaş werin kirin.

Ji rêveberên Meclisa Sûriya Demokratîk Rena Ehmed axivî û behsa girîngiya komcivînê û rola jinan di parastina çanda xwe de kir. Emîne Umer da zanîn ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşê de gelekî bi pêş ketin û ji adet û kevneşopiyên paşverû xilas bûn. Sîham Qeryo jî axivî û da zanîn ku jinên Bakurê Sûriyê ji hemû cîhanê re îsbat kir ku ew nimûneya jinên azad in.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Sumeye Mihemed jî lidarxistina komcivînê pîroz kir û hêvî kir ku jinên ciwan zêdetir xwe bi pêş bixin û serkeftinên nû bi dest ve bînin.

Komcivîn dewam dike.

Nivîsa Pêş