AMED- Avahîya Partiya demokratîka Gelan(HDP) yê Amed’ê din dorpêçkirina polêsên dagirker deye. Hatibû ragihandin ku ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven li her derê grevên birçîbûnê destpêkiriye.
Avahiya HDP yê Amed’ê jî ji van cihan yek e. Ev çend roje di avahiya HDP yê Amedê de greva birçîbûnê ku di destpêkê de ji aliyê parlamenteran ve hatibû detpêkirin berdewam dike. Îro jî aktîvîstên TJA yê ji bo piştgiriya Leyla Guven ketin greva birçîbûnê. Polêsên dagirker serê sibê ve derdorê avahî dorpeçkirine û ji bo çav tirsandina gelê ku tên serlêdana berxwêderan bi riya qamera tên şopandin.