ÊLIH- Piştê Amed’ê polêsên dewleta dagirker vê carê jî avÊtin li ser avahiya HDP’ya Êlih’ê Û 20 kes girtin binçav kirin.
Aktîvîstên TJA’yê ji bo piştgirî bidin Leyla Guven û ji bo tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan îro ketibûn greva birçîbûnê yê sê rojan. Lê polêsên dewleta dagirker îro avêtin li ser avahiya HDP ya Êlihê û 20 endamên TJA yê ku di greva birçîbûnê de bûn.
Piştê ku çalakvanên greva birçîbûnê yê Amed’ê ku di nav de dayika aşîtiyê yê 80 salî jî hebû girtin binöav. Berê kêliyekê li Êlih’ê jî avêtin li ser avahiya Partiya Demokratîk ya Gelan(HDP) û 25 kes binçav kirin birin miduriyeta emniyeta Êlihê.