Komcivîna ya Jinên Ciwan li ser çandê dawî bû

Komcivîna ku ji aliyê jinên ciwan li bajarê Hasekê dihat kirin dawî bû. Aramanca komcivînê nijadperestî bi dawî bibe û nêrînên pêkhateyên herêmê bi rêya naskirina çanda pêkhateyan nêz hev du bike bû.

HESEKÊ – Di bin slogana “Jinên Ciwan nû kirin û zindî kirine bi têkoşîna jinê mê çandê zindî bikin” endamên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk ên Jin foruma niqaşê li bajarê Hesekê Ii ser asta Sûriyê li darxistin. Gelek Jinên Ciwan ji herêma Cizîrê, Kobanê, Efrînê û bajarên Sûriyê wek Siwêda, Şam, Heleb, Dêrazor, Reqa û Minbic beşdarî platforma nîqaşan bûn.

Di forumê de çend xalê sereke hatin niqaşkirin. Di seri de Azadkirina Jinê wek xalek esasî hate dest girtin. Her wiha li hember zihniyeta bavîksalarî bê deng nemayîn jî bu rojevek esasî. Di nîqaşan de diyalog di navbera Jinên Ciwan li ser beşdarbûna jinê di nava saziyên biryardayinê ên di asta Sûriyê çêbûn. Jinên Ciwan dagirkeriya hêzên hegemonîk li ser Sûriyê û azadkirina axa tevahî Sûriyê kirin mijarê nîqaşên xwe. Di platformê de aboriya jinê û projên taybet ji bo jinê jî hatin nîqaşkirin.

Jinên Ciwan di dawiya nîqaşan de encamên platformê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand. Daxuyaniya ku ji aliyê hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Albîn Ehmed ve hate xwendin wiha ye:

Platforma Jinên Ciwan û çanda jinê ya ku li ser asta Sûriyê de bi beşdar bûna jinên ciwan ên Sûriyê ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez di bin dîrûşmeya “Jinên Ciwan nû kirin û zindî kirine bi têkoşîna jinê mê çandê zindî bikin” pêk hat. Di platforma me mijara çanda jinê û rola jinê ji dirokê heta roja me ya îro zindî kirin hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşan de diyar bu ku rola jinê di yekbûna civaka Sûriyê, têkoşîn û berxwedana jinê li dijî sîstema kapîtalîst ji bo serkeftinê û azadiya Yekîtiya Jinên Sûriyê giring e. Jinên Ciwan wê li dijî sîstemê ku dixwazê jinê dûrî civak û çandê bihêle bi têkoşîna xwe têk bibe.

Ev platforma nîqaşan çandên cuda anîn gel hev û bu wesîleya hev naskirina jinên ciwan yên jî tevahî Sûriyê. Wek encam derket holê ku çareseriya Netewa Demokratîk ji bo jiyana azad û ji bo vala derxistina hemû pîlanên dagirkeran li ser çand û axa me tekane rêye. Ev platform bu gava yekmîn ber bi yekbûna Jinên Ciwan ên Sûriyê.

Daxuyaniya Jinên Ciwn bi sloganên ‘Bijî biratiya gelan’ û ‘Bijî berxwedana Jinên Ciwan ên Sûrî’ bi dawî bû. Di dawiya platformê Jinên Ciwan şahiyek li darxist.

Komcivîna me bi dirûşmeya “Jin nûbûn û zindîbûn e, bi têkoşîna xwe dê çandan zindî bikin”  hate lidarxistin. Jinên ciwanê yên Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb, Suryan û Çerkes..hwd) û ji deverên cûda yên Sûriyeyê (Sûriyê (Siwêdayê, Şam, Berava Sûriyê, Heleb, Kobanê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Efrîn û Cizîrê) beşdarî komcivînê bûn.

Di komcivînê de semînerên girêdayî çanda jinên pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd û Suryan hatin dayîn. Her wiha mijdarên girdayî rola jinan di avakirina yekîtiya hemû pêkhateyên Sûriyê de hatin nirxandin, rexmî  hemû astengiyên ku li jinan rast tên, lê beşdarbûna wan a di komcivînê de têkoşîn û berxwedana wan diyar kir. Yekîtiya jinan tê wateya yekîtiya civakê û berdewamkirina têkoşînê li dijî pergalên kapîtalîzmê yên ku jinên ciwan armanc dike û wan ji rola wan a pêşeng di avakirina civakek demokratîk û azad de dûr bixin.

Aramanca komcivînê nijadperestî bi dawî bibe û nêrînên pêkhateyên herêmê bi rêya naskirina çanda pêkhateyan nêz hev du bike. Her wiha di komcivînê de girîngiya jiyana hevbeş hate tekezkirin û projeya netewa demokratîk weke çareseriya herî guncew ji bo têkbirina hemû planên ku qirkirina çanda gelan armanc dike, jê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî şûnwarên dîrokî yên Efrînê û Sûriyê, hate dîtin.

Her wiha komcivîn weke gava yekemîn ji bo komkirina jinên ciwan ên Sûriyê tê hesbandin û di pêşerojê de wê gelek komcivînên berfireh girêdayî çanda gelê Sûriyê werin li darxistin.”

 

Nivîsa Pêş