HESEKE- Dewreyekê nû a şervanên nû ê YPG^dawî bû, di dewreyê de dersên birdozî û leşkerî hate dayîn.
Di merasîma dawîkirina dewreyê de, fermandar û şervanên YPG û YPJ’ê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û bi dehan şêniyên navçeyê û malbata şehîd Şervan ê bi nasnav Ebid El-Rezaq Îsa, amade bûn.
Bi navê YPG’e fermandar Şervan Amûdê axivî û wiha got:” Em bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz dikin û tekoşîna me li ser şopa şehîdan dewam dike. Her wiha em ê tevahiya axa dagirkirî rizgar bikin.”Şervan Amûdê teqez kir ku, weke YPG û YPJ’ê armanca wan a sereke rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye.
Piştre, şervanan sond xwarin û soza şopandina rêya şehîdan dan. Hêjayî bibîrxistinê ye, şehîd Şervan ji navçeya Amûdê ye û dema li ser karê xwe bû şehîd bû.