STENBOL – Polîsan li Navçeya Ataşehirê ya Stenbolê zarokê 17 salî Cîhan Seyhan bi hinceta li hişyariya “Raweste” guhdar nekiriye guleberan kirin û kuştin.
Polîsan li Navçeya Ataşehirê ya Stenbolê bi hinceta “Li hişyariya raweste guhdar nekir” Cihan Seyhan ê 17 salî gulebaran kirin û kuştin. Li gori îdîayan Polîsan li Kolana 3007’an a taxa Mustafa Kemalê ku taxa 1 Gulanê tê nasîn li ser şikê xwestin maşînê rawestînin û li hişyariya “Raweste” guhdar nekiriye gule barandine. Di encama gulebarana polîsan de zarokê 17 salî Seyhan bi giranî birîndar bû. Seyhan piştî rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Xizmê Seyhan A.S. yê di heman maşîneyê de bû jî hat binçavkirin. Ajokarê maşînê G.S. jî bi meş ji cihe bûyerê dûr ket. Xizmên Cihan Seyhan jî piştî bûyer bihîstin hatin nexweşxaneyê. Polîsên hêzên çevîk sewqî pêş nexweşxaneyê kirin. Cenazeyê Seyhan li nexweşxaneya Yenibosna ji bo rapora Saziya Tipa Edlî tê rawestandin.