NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeya Amed Erganî polêsên dagirker yê Tirk qaşo wesayîtek nesekîniye wesaît da ber guleyan û ciwanê bi navê Abdullah ARAT qetil kir. Buyer li noqteya tîma taybet yê Erganî de pêk hat.
Îro Walîtiya Amed’ê daxuyaniyekê sosret da. Di daxuyaniya walîtî de qaşo ku Abdullah ARAT hişyariya ”Raweste” guhdar nekiriye û piştre jî gule bi lastîka wesayîtê re hatiye avêtin. Lê dema wesayît sekîniye dîtine ku ARAT birîndar e û rakirine nexwaşxane yê, li wir ji jiyana xwe dest daye.
Lê tê zanîn dewleta Tirk ji bo polêsên xwe biparêze hincet û bêhikukiyên wisa derdixe.