NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta dagirker yê Tirk li her derê êrîşên berxwedanên greva birçîbûnê kir. Li Amed, Êlih û Wan’ê gelek aktîvîstên TJA’yê û dayikên aşitiyê hatin binçavkirin. Lê îro li Wan’ê greva birçîbûnê nû ve destpêkir.
‘DAXWAZÊN GUVEN DAXWAZÊN ME NE’
Hevseroka HDP’ê ya Edremîtê Rojbîn Çetîn daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, ”Rêzdar Leyla Guven ev 35 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ev nêzî 4 salan e ku li ser Rêzdar Ocalan tecrîdeke teqez û giran heye. Rêzdar Guven xwest ku li Imraliyê bi Rêzdar Ocalan re dîsa hevdîtin çêbibe. Ji bo desteka li vê me greva birçîbûnê dabû destpêkirin û mudahele li greva me hate kirin, gelek hevalên me hatin destgîrkirin. Me jî ji bo greva birçîbûnê ya ku bûyî sedema destgîrkirina hevalên me bidomînin, greva ji bo 3 rojan da destpêkirin. Daxwazên rêzdar Leyla Guven daxwazên me ne.”