Rûniştina doza Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.
Îro doza Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş Di dadgeha 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqere hat dîtin. Di kêliyên ku Demîrtaş û parêzêran parastin dikirin mikur hatinek çêbû. Dadgera 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê got ku ‘Ez alîgir im”
Parêzeran têkildarî redkirina Demîrtaş a heyeta dadgehê parastina xwe domandin. Parêzeran hinceta daxwaza redkirinê eşkere kirin û mafê axaftinê wergirtin.
Di kêliya parastinê dewam dikir de karta rojnamegeriyê dane polîsan û di salonê de bûn. Ji ber vê yekê parêzer li ser piya man. Di navbera polîsan û serokê dadgehê de rageşî qewimî. Rojnamegerek li salonê danişînê dişopand wiha bertek nîşan da: “Nasnameya rojnamegeriyê didin polîsan. Danişîn tije polîs bûne.”
Parêzer Alîşan Şahîn mafê axaftinê wergirt û wiha bertek nîşan da: “We dadgeh ji gel revand û anî vir. Tevî ku kursiyên vala hene û ligel em parêzer in jî cih tuneye ku em rûnên.”
Piştre parêzeran rexneyên xwe yên ji serokê dadgehê alîgir domandin. Li ser vê yekê serokê dadgehê got “Ez alîgir im” û li salonê rageşiyê dest pê kir. Pişt re bi hinceta “pergala dadgehê xera bû” 10 deqîqe navber dan danişînê.