Li bajarê Isparta çar hezar zêdetir xwendekar yê ku di Zaningeha Süleyman Demirel dixwend û li wargeha Hudavendîgar de dima ji ber şer û mercên wargeh û zaningehê derketin kolanê dest bi protestoyê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Isparta çar hezar zêdetir xwendekar yê ku di Zaningeha Süleyman Demirel dixwend û li wargeha Hudavendîgar de dima ji ber şer û mercên wargeh û zaningehê derketin kolanê dest bi protestoyê kirin. Xwendekaran xwestin ku di mijara enternet- xwarin-asansor û guhastinê de pirsgirêkê wan were çareserkirin.
Xwendekarên Zaningeha Suleyman Demîrel di nav baxçeya wargehê de runiştin û çalakiya protestoyê kirin. Polês xwendekaran dorpêç kir.
Xwendekaran gotin ku ji ber şert û mercên xirab yê wargeh û zaningehê em nikarin ezmuan re bişuxilin. xwendekaran xwestin ku ew pêvîste neyên xapandin û demildest pirsgirêkên wan çareser be.