QSD; ”Ji Sedî 50 bajaroka Hecînê rizgar kirin”

DÊRAZOR- Çavkaniyekî leşkerî ragihand ku şervanên QSD`ê di bajaroka Hecînê de bi pêşve diçine û teqez kir ku QSD`ê heta niha ji sedî 50 bajaroka Hecînê rizgar kirin.

Heman çavkanî anî ziman ku di encama şerê ku heta niha dewam dike de, 25 çete hatin kuştin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê ji bo pêşveçûyîna şervanan  asteng bikin, bi erebeyên bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanan dikin. Şervanên QSD`ê 4 erebeyên çeteyan ji dûr ve teqandin û erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan bê ku bighêje armanca xwe, teqiya.

Çavkanî anî ziman ku şer heta niha dewam dike û şervan niha li eniya bakur-rojavayî Hecînê bipêşve diçin.

Nivîsa Pêş