NÛÇEYA LEZGÎN- Li Ser Sînora Serekaniyê Tevgera Artêşa Dagirker

Piştî daxuyaniya Serokê dewleta Tirk a dagirker Erodgan, artêşa dagirker fîşek avêtin sînorê herêma Serêkaniyê û niha jî li ser sê aliyên Serêkaniyê balafirên keşfê digerin.

HESEKÊ- Piştî daxuyaniya Serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyip Erdogan a ku got “Di nava çend rojan de em ê êrîşî Rojhilatê Firatê bikin”, di saetên sibê de li ser sinorê Bakurê Kurdistan û Serêkaniyê, li ser xeta Til Helef heya Nestelê, ji xeta Elok artêşa Tirk a dagirker hêza xwe zêde kiriye.

Her wiha artêşa dagirker fîşek avêtin sînorê Serêkaniyê. Heman demê de jî di saetên şevê de li aliyê deriyê sînor, ji Til Helef heya Nestelê û li herêma Elokê balafirên keşfê digerin.

Nivîsa Pêş