ÎSKANDINAVYA- Tevgera Ciwanên Şoreşger Li îskandinavya’yê bang li hemû ciwan û enternasyonalan kir ku tevlê greva birçîbûnê yê ku bi daxwaza rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 6’ê Kanun’ê ve li bajarê Stockholm’ê dewam dike bibin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fuat Pirsus got ku’’ em wek ciwanên şoreşger berxwedanan çalakvanan silav dikin. Em wek ciwan bi şiyara ‘’Tecrîdê bişikine, Faşİzmê parçe bike, Kurdistan Azad bike’’ tev lê çalakiyan dibin.
Pirsus bangawaziya tevahî ciwanan kir ku bi şiyara ‘tu jî Serî Hilde tu jî Azad bibe’’ were tev lê çalakiya bibin.