Li Girê Spî û Serêkaniyê Gel Bi Xwepeşandinekê Bertekê Xwe nîşan Da

NAVENDA NÛÇEYAN- Şêniyên kantona Girê Spî û Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê daketin qadan û teqez kirin ku gelê herêmê bi yekitiya xwe dê li dijî hemû çavbirçîtiyên dewleta Tirk a dagirker bisekin

GIRÊSPÎ

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî bi armanca pêkanîna banga seferberiyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin û şermezarkirina gefên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji Çerxerêya El-Elem a başûrê bajêr dest pê kir. Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên “Pêkhateyên Sûriyê bi yek dengî dibêjin na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Îradeya gelan ji teknîka wan xurttir e”, “Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê serî hildin” rakirin

SERÊKANÎ

Gelê Serêkaniyê û Zirganê bi alên YPG/YPJ’ê, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên QSD’ê ji ber avahiya Mala Gel a Serêkaniyê heta Çerxerêya Şehîdan li dijî gefên Serokkomarê Tirkiiyeyê Receb Tayyib Erdogan meşiyan. Di meşê de pankartên “Em êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar dikin” û “Tevahiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji dagirkeriya Erdogan re dibêjin NA” bal kişandin.

Li Çerxerêya Şehîdan, meş sekinî û hevserokê meclisa herêma Serêkaniyê Luqman Îso axivî û wiha got: “Em îro û her wext bi hamû pêkhateyên xwe li hember êrîşên dagirkeriya Erdogan amade ne. Em ê her tim li ber xwe bidin.”

Îso anî ziman ku tu gef nikanin îradeya wan bişikînin û wan ji bajarê xwe derxin, dê heta dawiyê li ber xwe bidin û serê xwe natewînin.

Meş bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Dîsa dîsa berxwedan” bi dawî bû.

 

 

 

Nivîsa Pêş