Walîtiya dagirker yê Wanê giştînameyek weşand û li derdora girtîgehan hemû cûre çalakî qedexe kir.
WAN – Walîtiya dagirker yê Wanê giştînameyek weşand û li derdora girtîgehan hemû cûre çalakî qedexe kir. Walîtiyê li navenda bajêr jî gelek cihên diyar ji çalakiyan re qedexe kir.
Walîtiya Wanê têkildarî li dar xistina çalakiyan du giştînameyên “Li derdora girtîgehan dê çalakî neyên li dar xistin” û “Li navenda bajêr wê daxuyaniyên çapemeniyê pêk neyên” weşand. Walîtiyê bi weşandina van her du giştînameyan hemû cûre çalakiyên li derdora girtîgehan û li navendên diyar ên bajar qedexe kir. Lê balkêş e ku Walîtiyê qedexeya li navenda bajêr bêdem îlan kiriye.