Balafirên şer Wargeha penaberan a Mexmûrê bombe kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Balafirên şer derdora Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saet derdorî 21:00’an de bombe li sivîlên Wargeha Şehdî Rûstem Cûdî ya Mexmûrê barandin.
Di êrîşê de 3 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûr ku piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê xwe bi rêxistin kiribûn şehîd bûne û 1 jî birîndar bû ye.
Li ser kampê balefirên keşfê digerin.