NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Evropa bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Wargeha Mexmûr û Şengalê bertek nîşan dan û banga tevahî ciwanên Kurdistanê kirin ku her derê rabin ser piyan. TCŞ di daxuyaniyê xwe de got ku ”Bila yê ku planên dagirkirina Rojava dikin bizanibin Ciwanên Kurd yê ku gurma wan ji bo berxwedanê rabûye wekê balyozekê serê dijmîna parçe bike.”
Daxuyaniya TCŞ wiha berdewam kir ”Îro him li Mexmûr, him li Rojava, him li hember Şengalê dewleta dagirker êrîş pêkanît. Em wek ciwanên Kurd herî mafê me ya rewaye ku em bertekên xwe danin holê. Ji ber ku neyarê me hatiye ber deriyê herî mafê meya rewa ya ku em li dijî dagirkirinê xwe biparêzin û herê mafê me ya exlaqiye ku berxwe bidin.
Di vê esasê em bang tevahî ciwanên Kurdistanê û Enternasyonalan dikin ku berê xwe bidin Kurdistan’ê û ji Şoreşa mirovatî re xwedî derkevin”