NAVENDA NÛÇEYAN- Gerîlla tv li ser malpera xwe dîmena çalakiya HPG weşand. Çalakî di 5’ê Kanunê de li Lêlikanê hatiye lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“5’ê Kanûnê saet 09:20’an, hêzên me li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Di encamê de çepereke dijmin hate rûxandin û 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.”