Meclîsa Gel a Mexmûrê nasnameya kesên şevê din di êrîşa hewayî ya TSK’ê ya li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê de şehîd ketine, eşkere kir.
MEXMÛR- Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê daxuyaniyek da û nasnameya kesên şevê din di êrîşa hewayî ya artêşa dagirker ya li ser Mexmûrê de şehîd ketine, eşkere kir.
Meclîsa Gel a Mexmûrê, diyar kir ku sê ji êrîşê de şehîd bûne ji heman malbatê ne. Meclîsê, zanî ziman ku di êrîşê de Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd ketine.