Mazlum Kobanê: ”Ger Êrîş Bibe Wê QSD Bersivê Bide”

Di hevpeyvînekê de ku ajansa Reutersê bi fermandarê giştî yê QSD`ê re çêkir, Mezlûm Kobanê teqez kir ku eger êrîş pêk werin, dê hêzên wan bersivê bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Di hevpeyvînekê de ku ajansa Reutersê bi fermandarê giştî yê QSD`ê re çêkir, Mezlûm Kobanê teqez kir ku eger êrîş pêk werin, dê hêzên wan bersivê bidin.

Mezlûm Kobanê hişyarî da ku êrîşên Tirkiyeyê pêk werin û wiha got: “Dê hêzên QSD`ê yên li rojhilatê Sûriyê ku şerê DAIŞ`ê dikin bisekinin, ev yek jî dê bihêle ku careke din çete belav bibin.”

Li ser gefên Tirkiyeyê ku dê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, Mezlûm Kobanê wiha got: “Em ji her êrîşê re amade ne û em ê bersiveke xort bidin… Heta vê kêliyê hewldanên me yên dîplomasiyê berdewam dikin da ku tu êrîş li ser herêmên me pêk neyên.”

Li ser şerê li dijî terorê, Mezlûm Kobanê diyar kir ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Hecîn û derdorê wê hene, di nava wan de bi hezaran çeteyên biyanî hene û zêdetirî wan Ereb û Ewropayî tevî malbatên xwe ne.

Nivîsa Pêş