Tevgera Ciwanên Şoreşger ji ber armanca protestokirina êrîşên dewleta dagirker yê Tirk li ser Mexmûr û Şengal’ê bangawaziyek ji bo çalakiya lezgîn kiribûn. Di encama bangawazî de gelek Kurdistaniyan hatin gel hev û di navenda Borlange bajarê Sweed’ê rawestgehekê tirênan dagir kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger ji ber armanca protestokirina êrîşên dewleta dagirker yê Tirk li ser Mexmûr û Şengal’ê bangawaziyek ji bo çalakiya lezgîn kiribûn. Di encama bangawazî de gelek Kurdistaniyan hatin gel hev û di navenda Borlange bajarê Swêd’ê rawestgehekê tirênan dagir kirin. Di çalakiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fuat Pirsus, êrîşên Dewleta Tirk şermezar kir. Pirsus, bal kişand li ser dewletên Evropayê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bedeng dîminin.
Pirsus got ku ‘’heya Rêber APO û Kurdistan azad bikin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang dikin hemû ciwanên İskandinavya’yê tevlê çalakiyan bibin.’’