Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer êrîşên dewleta Tirk ên li ber Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
PÊNCIWÊN- Li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê, li ber Pirtûkxaneya Giştî ya Pênciwên Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer êrîşên dewleta Tirk ên duh êvarî li dijî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê pêk anî û di encama êrîşan de li Mexmûrê 4 şehîd ketin bi daxuyaniyekî çapemeniyê şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê Mîtra Pênciwênî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:“Em ciwan û jin xwe wekî xwediyê vê xakê dibînin. Li beramberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng namînin. Tişta ku ji me were emê bikin. Erkê hemû ciwan û jinane li herçar parçeyên Kurdistanê li hemberî van êrîşan bêdeng nebin û dakevin qadan. Ji ber ku Tirkiye dixwaze tevayî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û em wekî ciwanên Apocî vê yekê ti caran qebûl nakin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin: “Tişta ku dewleta Tirk dike bi agir leyîstine. Heta ku tecrîda girankirî li ser Rêber Apo hebe û ev êrîşên dewleta Tirk berdewam bikin, em jî dê li hember de têkoşîn bikin û bi hêvîne jî wê serkeftin hertim ya gelê Kurd be.”