Ciwanên Şoreşger û HPC-Ciwan derbarê êrîşên faşîzan yên dewleta tirk daxuyanî da raya giştî. Endamên Ciwanên Şoreşger û Hêzên Parastina Cewherî ê Ciwanan li bajarê Dirbêsiyê bi merasîmek leşkerî daxuyanî da ragihandinê.
DIRBÊSIYÊ – Ciwanên Şoreşger û HPC-Ciwan derbarê êrîşên faşîzan yên dewleta tirk daxuyanî da raya giştî. Endamên Ciwanên Şoreşger û Hêzên Parastina Cewherî ê Ciwanan li bajarê Dirbêsiyê bi merasîmek leşkerî daxuyanî da ragihandinê.
Beriya xwendina daxuyaniya Ciwanên Şoreşger û HPC-Ciwan, Şoreş Ronahî axaftinek kir û wiha got: “Em wek Hêzên Parastina Ciwanên Şoreşger tu carî serê xwe li hemberî êrîşên faşîzane yên dewleta tirk natewinîn û em ê heta dawî li ber xwe bidin. Wek cawa li Efrîn Berxwedana Serdemê hate meşandin, em bi heman şeweyî têkoşîn xwe bimeşine. Doh li Mexmûr û Şengalê disa arteşa dagirker, arteşa faşîst ya tirk êrîşan hemberî gelê me pêk anîn, di encamê de 4 hevalên me şehîd ketin. Em ê tola şehîdan hilinîn û hesabên wan êrîşan ji dagirkeran bipirsin.”
Piştî axaftina Şoreş Ronahî, Ciwanên Şoreşger û HPC-Ciwan daxuyaniyek da raya giştî. Hêzên Parastinê yên Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe de pêngava rizgarkirina Dêra Zor bi wan gotinan pîroz û silav kir: “Di serî de em bi navê Ciwanên Şoreşger û HPC-Ciwan berxwedan û şerê dirokî ya şervanên YPG, YPJ, û QSD li dijî DAİŞ’ê li Dêra Zor silav û pîroz dikin. Di encama şerê salan, serkeftina berxwedana Kobanê, Hamelya Şehîd Rubar Qamîşlo, rizgarkirina Minbicê, Tepqa û Reqa îro hêza çeteyên DAİŞ’ê ku mîna belayekî sere gelen herêmê belavbûbûn li ber nefesa xwe ya dawî hatiye. Di nava şerekî herî giran de, bi bedelên mezin şehadetên giranbuha û qehrementî parêzvanên gele me li Dêra Zorê derbên mirinê li çeteyên DAİŞ’ê dixin.”
Hêzên Parastina Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe êrîşên faşîzane yên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Li hemberî faşîzmê û dagirkeriyê gelê me li her helên welat di nava berxwedanek bêhempa de ye. Pewiste em xwe ji bo şerekî hin dijwartir amade bikin. Çeteyên Erdoğan, arteşa dagirker wê bi êrîşên xwe yên li ser xaka azad ya Rojava dawiya xwe binîn. Cawa ku me dawiya DAİŞ’ê anî û îro li Dêra Zor derbên mirinê lê didin, em ê Rojava û Bakurê Suriyê ji dagirkeran bikin goristan.”
Di dawiya daxuyaniya xwe Ciwanên Şoreşger û HPC-Ciwan bang li tevahî ciwanan û gel kir ku bi rihê seferberiyê xwe biparêzin, xwe rêxistin bikin, perwerde bikin, amadekariyê şer bikin, mevziyan çekin, xendekan bikolîn, beşdarî nava hêzên parastinê bigrin û sefer bibin. Bi gotinên “Serî Hilde, bi hev re em ê welatê xwe biparêzin, rûmet û şerefa xwe biparêzin, dagirkeran biqewtînin û tecrîda li ser Rêber APO bişkinîn.” daxuyaniya hêzên parastinê bi dawî bû.