Li ser zêdebûna madeyên tiryakê ya li Sûr, Rêzan, Peyas û Yenîşehîrê ya Amedê Parlamentera Amedê ya HDP’ê Semra Guzel pirsnameyek li Meclîsê da.
AMED- Li ser zêdebûna madeyên tiryakê ya li Sûr, Rêzan, Peyas û Yenîşehîrê ya Amedê Parlamentera Amedê ya HDP’ê Semra Guzel pirsnameyek li Meclîsê da.
Dewlet Bi Zanebûn Asteng Nabe
Di pirsnameyê de tê gotin li taxên Alî Paşa, Iskender Paşa, Azîzoglu û Ismet Paşa firotina madeyên tiryakê hatiye rewşeke ‘asayî’, dewlet bi ti awayî mudaheleyê li wan nake, her wiha li Baxlar û Erganiyê jî van çend salên dawî firotina madeyên tiryakê zêde bûye.
Guzel di pirsnameyê de her wiha got ne firoşkarên madeyên tiryakê lê welatiyên ku gilihê firoşkariyê dikin têne destgîrkirin û got, dewletê ‘ji bilî siyasetê her tişt li serbest kiriye’.
Guzel her wiha got şêniyên taxa Baxlarê xwe gihandinê û gotine ciwanên HDP’ê li dijî firotina madeyên tiryakê têdikoşiyan, ciwanên ku ev kar dikirin ji ber vê sedemê xwe ji vî karî dûr digirtin, lê piştî ku ji ber sedemên siyasî ciwanên HDP’ê hatine girtin firoşkarên madeyên tiryakê dîsa derketine holê.