Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Têkoşer yên Başurê Kurdistanê li ser êrîşên dewleta dagirkeriya Tirk li ser Mexmûr û Şengal’ê bi daxuyaniyekê lanet kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Têkoşer yên Başurê Kurdistanê Liser Êrîşên dewleta dagirkeriya Tirk li ser Mexmûr û Şengal’ê bi daxuyaniyekê lanet kirin û gotin em bang li hemû ciwanan dikin ku wekê di dema Kobanê û Efrîn’ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ên Faşist Serî Hildin.
Daxuyanî wiha ye:
Di serîde em sersaxî ji bo malbata her çar şehîdên Mexmurê û hemû gelê Kurd dixwazin.Di demê ku li Başurê Kurdistanê dewleta faşîst u dagîrkera Tirk dixwaze bi her awayî komkujiya gelê Kurd pêkbîne serîde sînora Başurê Kurdistan’ê derbaskir û wek tê zanîn duh şevê êrîşên hewayî li ser Mexmr û Şengal pêk anî ew jî hemu bi pîlan in.
Ji ber vê yekê jî helwesta me wek Gencanî Welatparêzî Kurdistan û Jinanî Gencî Têkoşer ewe ku em dibêjin her destek dirêjî axa me bibe, emê we destê bişkînin û bangewaziya me li hemu ciwan û gelê me yê welatparêz ewe ku di vê demê de pêvîste çawa bi yek hêz u bi yek rih me piştîvanî li Kobanî û Efrîn kir bi vê avayî jî em piştîvaniya Mexmûr û Şengal’ê bibin ji bona ku em dagîrkerî parçe bikin. Em bang hemû ciwanên Başurê Kurdistan’ê dikin li hember faşîzmê serî hilde, xwe bi rêxistin bike û tola Şehîdan bistîne.