Koordînasyona PAJK’ê êrîşa 13’ê Kanûnê ya artêşa Tirk bi daxuyaniyekê şermezar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona PAJK’ê êrîşa 13’ê Kanûnê ya artêşa Tirk bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de ji bo 4 sivîlên ku li Mexmûrê bi balefirên şer ên dewleta Tirk hatin qetilkirin sersaxî ji gel û malbatan re hate xwestin, hate gotin ew ”rejîma TC ya faşîst bi rengekî tund şermezar dikin”.
PJAK’ê li ser gelê kampa Penaberan a Ş. Rustem Cudî-Mexmûrê got: ”Pir eşkere û zelal e ku gelê me yê Mexmûrê ku ji 1994’an ve jiyaneke penaberî dijî û bi dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re, bi fedekariya xwe ya nav têkoşîna şoreşê tê zanîn, ti caran serê xwe netewandiye û ji niha û pê de jî hemû êrîşên li ser ji bilî xurtkirina azweriya wan a têkoşînê wê bi kêrî tiştekî dî neyê. Gelê me bi xwedîderketina şehîdên xwe, ya bi asta bilind û bi rêxistiniya xwe wê zanibe bersiva herî xurt bide. Divê were zanîn êrîşên TC’ê yên bi vî rengî wê pûç derkevin, wê bersivê jî ji xwe re bibînin. Ji bo vê jî di serî de jin û ciwanên li kampa penaberan a Mexmûrê diyar e ku hemû derdorên pêşengiya civakê bi her şertî peywir li ber wan e ku têkoşîna azadiyê rê ve bibin.
TEVGERA ME LI SER NAVÊ MIROVAHIYÊ BI AKP’Ê Û DAÎŞ’Ê RE TÊDIKOŞE
Weke ku tê dîtin serek çete Erdogan û çeteyên AKP-MHP’ê ku li halana şer çavnebariyê li hemû tiştên Kurd dikin ku bi hêza xwe û nirxên xwe ava kirin. Dema ku mijar Kurd û Kurdistan be sereke çete Erdogan û çeteyên wan dîn û har dibin. Ji bo vê jî Tevgera me ya Azadiyê ne tenê li bakur li her devera ku Kurd lê dijîn li dijî rejîma faşîst a TC’ê û li dijî çeteyên AKP-MHP’ê ku dijminên Kurdan in têdikoşe û wê têbikoşin. Rejîma mêtinger a TC’ê ku bi şoreşa Rojava re li dijî Kurdan şerê giştî ragihandiye di her fersend û delîveyê de desteka navnetewî jî dide pişt xwe û êrîşê tîne.
Gelên Kurdistanê yên ku li ber ronkahiya felsefeya Rêber Apo ronî bûyî û gelên Rojhilata Navîn bi Şoreşa Rojava re bûne hedefa çeteyên AKP-MHP’ê. Ev pêvajoya ku li Imraliyê bi girankirina tecrîdê hatî destpêkirin, bi dagirkirina Efrînê re hatiye qonaxeke nû û niha jî bi êrîşa li ser Rojava desteserkirina destkeftiyên Kurdan kirine armanc. Ji bo vê jî, li dijî çeteyên Erdogan û çeteyên wê ku bûne mekîneya sûc têkoşîn peywireke mirovî ye. Li ser navê hemû mirovahiyê li dijî rêxistinên sûc DAÎŞ û AKP’ê bi pêşenga tevgera me ya azadiyê tenê Kurd têdikoşin. Ji bo vê jî, li dijî rêxistina çete ya AKP’ê em banga têkoşînê li her kesî dikin û bang dikin ku nirxên demokratîk ên azadîxwaz ên mirovahiyê li dijî van çeteyên talanker biparêzin. Bi taybetî jî em bang li jinan dikin ku li dijî AKP’ê ya ku dijminê jinan e têbikoşin, bang li ciwan, çepgir- sosyalîst, demokrat û şoreşgeran dikin ku li dijî faşîzmê li ser xeteke hevpar rêxistinî bibin û têbikoşin. Li Tirkiyê li derveyî têkoşîna hevpar û yekbûyî ya şoreşê ti rêyeke rasteqîn a çareseriyê û encamgir wê nebe. Ji bo vê jî diyar e ku bi pêşengiya jinan têkoşîneke hevpar hewce ye. Li gel vê, bêdengiya NY’yê û hikûmeta navendî ya li ber êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê jî nayê qebûlkirin.
ÊRÎŞ QELSBÛNA ERDOGAN E
Herî dawî em dixwazin bibêjin bersiva êrîşa rejîma faşîst a TC’ê ya li ser Mexmûr, Şengal û Rojava wê bi rengekî tund were dayin û vê erîşê wekî qelsiya AKP’ê û Erdogan dibînin. Dîktatorê ku li ser jîgehên sivîl bombeyan dibarîn di wijdanê mirovahiyê de wê were darizanin û tevgera me ya jina azad jî wê hesabê vê bi çalakî û rêxistiniya xwe bide. Ji bo vê jî ti erîş wê bêbersiv nemînin. Li Kurdistanê dema rêveberiyên biyanî û dagirker qediyaye. Dema wê hatiye ku çeteyên mêtinger û TC ya faşîst biçin. Ji ber ku bihara jinan û gelan hatiye.”