NAVENDA NÛÇEYAN– Navenda Ragihandina HPG bi daxuyaniyekê encama çalakiyên xwe yên li navçeya Agirî Bazîd’ê eşkere kir. Di encama çalakiyê sekvanî de leşkerekî hatiye kuştin.
Daxuyaniya HPG Wiha ye:
”Hêzên me, 13’ê Kanûna 2018’an derdora saet 22:00’î di dorhêla Pêngava Şoreşgerî ya Serkeftinê ku li Eyaleta Serhedê didome de leşkerên artêşa Tirk xistin bin kontrola xwe û çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk hate kuştin.
Her wiha balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Zapê barandin. Saet 09:30’an de herêma Karker, saet 15:30’an herêma Saca, saet 16:00-17:30’an herêma Sida, Geliyê Balinda, Kunişka, Cîloya Biçûk û Şehîd Adil hate bombekirin.
Di encama bombebaranê de bax û zeviyên gundiwan hilweşiyane û zerera madî pêk hat.”