Lı paytexta Yewnanîstan’ê Atina yê di pêşengtîya Tevgera Ciwanên Şoreşger de, Navenda Çanda Kurdistan’ê, ji gelek alîyên çepên Tirk û PYD’ê ji bo êrişên dewleta dagirker a Tirk li ser axa Rojava şermezar bikin û jı bo Rojava bibe xwedi statü meşek hate li darxistin.
YEWNANÎSTAN- Li paytexta Yewnanîstan’ê Atina yê di pêşengtîya Tevgera Ciwanên Şoreşger de, Navenda Çanda Kurdistan’ê, ji gelek alîyên çepên Tirk û PYD’ê ji bo êrişên dewleta dagirker a Tirk li ser axa Rojava şermezar bikin û jı bo Rojava bibe xwedi statü meşek hate li darxistin. Anarşistên Yewnanî û gelek kesên ji Sendikayên Yewnanîstan’ê jî tevli meşê bûn.Meşa girseyî li ber Akademiya yê ku ev demeke ji bo azadiya Rêber’ê Gelan Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dihat kirin destpêkir.
Girse bi slogana ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û diruşmên Yewnanî meşiyan heya li ber Sefaratxaneya Tirkiye’yê. Li ber Sefaratxaneyê ji bo Şehîdên Mexmûr’ê û tevahî şehîdên şoreşê deqeyekê rêz hate girtin. Pişt re li ser navê PYD’yê Doktor Îbrahîm axaftinekê nirxandina êrîşên dawî kir. Li ser navê Ciwanan û Anarşîstan jî axaftin hate kirin. Di axaftinana de li serêrîşên dawî û bêstatubûyina Rojava bal hate kişandin.
Piştre li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê Metîn Bîngol jî axaftinek kir. Bîngol êrîşên dawî şermezar kir û bal kişand girîngiya Şoreşa Rojava. Di heman demê de Bîngol bal kişand li ser tecrîda R3eberê Gelan Abdullah Ocalan jî û got ‘’Tecrîda li ser Rêber APO sucekê mirovahiye.’’
Piştre meş bi avêtina diruşman dawî bû.